Rapora mirina Sinzo Abe derket: Abe ji bêxwîniyê miriye
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Japonyayê di êrîşekî çekdarî de ku jiyana xwe ji dest da, rapora encama mirina wî hat ragihandin. Li gor ragihandina polîsê Japonyayê; rapora ku sedema mirina Abe destnîşan dike ragihandiye û di raporê de hatiye gotin ku gule zerarê daye damara xwînê ya di bin hestiyê pirika ser mil de derbas dibe û ji ber wendakirina xwîna zêde miriye.
Kujerê Abe yê bi navê Tetsuya Yamagami (41) di îfadê xwe yê polîs de ragihandiye ku diya wî ji ber alîkariyê daye rêxistina olî ya bi navê Soka Gakkoi, wek maddî îflas kiriye û xwestiye serokê tevgerê bikuje. Di dewama îfada xwe de kujer gotiye ku serokwezîrê berê Abe destekê dida wê rêxisitna olî û ji ber wê jî Şinzo Abe kuştiye.
Polîs, piştî kujer girtibû, di mala kujer de lêgerînê kiribû û gelek alavên bidest çêkirî û sîlihan girtibû.