TR KU SO
FB X
Cîhan

Raportora PEyê Kati Piri: Erdogan li dijî îradeya gel derdikeve

📅 07 gulan 2019 13:16

PeyamaKurd - Raportera Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyê Kati Piri, biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) a derbarê dubarekirina hilbijartina Stenbolê nirxand û got: "AKPê ji bo dubarekirina hilbijartina Stenbolê fişar li YSKê kirin."

Nirxandinên derbarê betalkirina hilbijartina Stenbolê berdewam dikin. Parlamentoya Ewropayê (PE) derbarê biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê de reaksiyon nîşan da.

‘ERDOGAN WENDAKIRINÊ QEBÛL NAKE’

Raportera Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyê Kati Pirî di vê derbarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got, Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan wendakirinê qebûl nake.

‘LI TIRKIYÊ BAWERIYA GUHERTINA DESTHILATÊ BI RÊYA HILBIJARTINÊ NEMÎNE’

Kati Piri ragihandiye ku AKPê fişar li Lijneya Bilind a Hilbijartinan kiriye û dibêje: “Erdogan wendakirinê qebûl nake û li dijî îradeya gel derdikeve. Ev jî tê wateya ku li Tirkiyê baweriya guhertina desthilatê bi rêya hilbijartinê nemîne.”

Parve bike: