TR KU SO
FB X
Cîhan

Raportorê NYê: Kurd, li Îranê ji mafên xwe bêpar in

Ruken güler
Nivîskar
📅 28 cotmeh 2022 19:00

PeyamaKurd- Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Cewad Rehman, li ser xwepêşandanên ku ji bo kuştina Jîna Emînî li Îranê dewam dikin, daxuyaniyek da. Rehman, daxuyaniyê bi vê bal kişand ser mafên Kurdên Îranê.

Ji ber kuştina Jîna Emînî ya 22 salî ku di 13ê Îlonê de ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve xwepêşandanên li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bê navber dewam dikin.

Ji ber ku di xwepêşandanan de hêzên ewlehiyê astengiyan derdixin, ev yek ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve jî tê şopandin û li ser vê jî Raportorê Taybet ê NYê Cewad Rehman, bi rêya daxuyaniyekê bal kişand ser mafên Kurdên li Îranê.

Rehman di daxuyaniyê de diyar kir ku bi awayekî dîrokî, li Îranê mafên Kurdan tên çewisandin û wiha dewam kir:

“Wekî ku hûn jî dizanin, di mijar û meseleya Kurdistanê de gelê Kurd ji aliyê dîrokî û hevdemî ve ji mafên xwe yên bingehîn ên mirovahiyê bêpar hatine hiştin. Ez ê vê yekê bes bi mînakekê diyar bikim;

‘Jîna’ navekî bi Kurdî ye lê belê ji ber ku dewlet tu carî destûrê nade nasname û navên Kurd, wê vî navê xwe di fermiyetê de bi kar nehaniye. Ango ev yek mînakeke biçûk a pêkutiya dewleta Îranê ya ji bo gelê Kurd, heta ji bo kêmnijadan e.

Lewra gelê Kurd ji mafê xwe yê nasnameyê, ji mafê xwe yê zimên, ji mafê xwe yê derbirînê û xwederbirînê û ji gelek mafan bêpar hatine kuştin.”

Cewad Rehman di dawiya daxuyaniya xwe car din bal kişand ser xwepêşandanên ku dewam dikin û diyar kir ku bi kuştina Jîna Emînî re ev rewş sortir bûye.

Parve bike: