Cîhan
Rawêjkarê Kazimî hat desteserkirin
PeyamaKurd – Cîgirê wezareta elektrîkê yê berê yê Iraqê Redî Hars ku niha rawêjkariya serokwezîr Mustafa Kazimî dike, bi sedema tohmeta gendeliyê an ku bertîlê hat desteserkirin. Biryar ji aliyê Komîte ya Bilind ya Nehêlana Gendeliyê ya Iraqê de hat dayîn.
Li gor medya Kurdistanê BasNewsê; ku bingeha nûçeya xwe dibe ser medya Iraqê, Redî Hars niha rawêjkarê serokwezîr Kazimî ye bo rêvebirina petrolê. Eger raporên di derbarê Redî Hars de hatibin amadekirin rast bin, dibe heya 10 salan cezayê zîndanê bidinê.