Rayedarê Leskerî yê YEyê: NATO dê destwerdana ser neke!
PeyamaKurd- Serfermandarê Leşkerî yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Herve Blejean, guftûgo û îdiayên li ser şandina leşkeran a ji bo Ukraynayê red kirin.
Herve Blejean, li dijî gotinên Sekreterê Giştî yê berê yê NATOyê Anders Fogh Rasmussen ku gotibû, “Dibe ku hêzên NATOyê, ji bo Ukraynayê bên şandin.” derket û got ku
"Tiştekî wiha ne pêkan e. Şandina hêzên bejahiyê ya ji bo Ukraynayê, tê wateya bûyîna aliyekî şer û ketina şerê bi Rusyayê re. Kes vê yekê naxwaze, ne NATO û ne jî Yekîtiya Ewropayê. "
Blejean xwest ku ji bo wendakirina çekên rojavayî yên ku ji Ukraynayê re hatine şandin amade bin û tekez kir ku tu tanqên Leopard ji Ukraynayê re ji bo pêşandanê nehatine şandin.
Herve Blejean destnîşan kir ku encam çi dibe bila bibe, êrîşa dijber a Ukraynayê dê pevçûnê bi dawî neke.
Sekreterê Giştî yê berê yê NATOyê Anders Fogh Rasmussen berê pêşniyaz kiribû ku leşkerên NATOyê dikarin rasterast beşdarî şerê li Ukraynayê bibin.