Rayedarekî Amerîkî: Êrîs di nava 24 demjimêrên bê de dest pê dike
PeyamaKurd - Berpirsên Kurd û Amerîkî ji kovara Foreign Policy ya Amerîkî re gotine, dibe ku êrîşa muhtemel ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê di maweya 24 demjimêrên bê de dest pê bike.
Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê agahdar kiriye ku êrîş dê di wê maweya navbirî de dest pê bike. Kovarê herwiha ragihandiye, berpirsên Kurd jî amaje bi heman demê kiriye.
Berpirsê Ragihandina Serokomariya Tirkiyê jî ragihandiye, êrîş “di demeke nêzîk de” dest pê dike û tekez kiriye, Artêşa Tirkiyê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bi hev re dest bi vê êrîşa bo ser Rojhilatê Firatê dikin.
Fahrettin Altun diyar jî kiriye, navçeyên li Rojhilatê Firatê ku bikevne jêr kontrola Tirkiyê. Altun di gotara xwe ya bo Washington Postê(WP) de nivîsandibû ku, “Di demeke nêz de wê Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyê (ASA) sînorê Tirkiye- Sûriyê derbas bike. Pêwist e dinya piştgiriya plana Tirkiya ya li bakurê Sûriyê bike.”
HSDê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku liv û tevgera li ser sînor nîşan dide ku dewleta tirk dê êrîşî herêmê bike. HSDê diyar kiribû ku dê êrîşa dewleta tirk û çeteyên wê rê li ber karesatên mezin veke û bang li hêzên koalîsyonê kir ku rê nedin krîzeke însanî ya gengaz.