TR KU SO
FB X
Cîhan

Rayedarekî Ukraynayê, li mala xwe mirî hat dîtin

Ruken güler
Nivîskar
📅 22 tebax 2022 17:32

PeyamaKurd- Li gorî ragihandina çapemeniya herêmî ya Ukraynayê, rayedarekî payebilind ê îstîxbarata Ukraynayê, li mala xwe mirî hatiye dîtin. Di derbarê bûyerê de heta niha zelalî nehatiye bidestxistin.

Di nûçeyên ku ji aliyê çapemeniyê ve hatin ragihandin de Berpirsê Herêma Kirovogradê yê Serwîsa Ewlehiya Ukraynayê Oleksandr Nakonechny, 2 şev berê li mala xwe mirî hatiye dîtin.

Li gorî agahiyên destpêkê, beriya bûyerê ji mala wî dengê guleyê hatiye bihîstin. Hat eşkerekirin ku piştî vî dengî, Oleksandr Nakonechny, ji aliyê hevjîna xwe ve mirî hatiye dîtin.

Ji aliyê Serdozgeriya Ukraynayê ve mirina Nakonechny hat piştrastkirin û hat ragihandin ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li ser bûyerê, ji aliyê siyasetmedarê herêmî Andriy Lavrus ve peyamek hat belavkirin û bi rêya peyamê hat îdiakirin ku Nakonechny xwe kuştiye. Lê belê ev yek ji aliyê qadên fermî ve nehatiye piştraskirin.

Parve bike: