TR KU SO
FB X
Cîhan

Rêberê Rûsyayê Pûtîn armancên xwe yên pêsîn eskere dike

Admin L
Nivîskar
📅 22 hezîran 2023 13:02

PeyamaKurd Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir, di serî de rêveberiya artêşê xurtkirina artêşê dewam dike û pêşdeçûna Hêzên Çekdar ên Rûsyayê jî wê bidome.

Pûtîn di hevdîtina bi mezûnên Akademiya Leşkerî ya Rûsyayê re, bal kişand ser xurtkirina Hêzên Çekdar ên Rûsyayê û got, pêşengiya rêveberiyê xurtkirina artêşê ye.

Serokê Rûsyayê da zanîn, modela herî nû ya wesayîtên zirxî û sîstemên berevaniya esmanî û êrîşî wê berdewam bin û tekez kir, rayedar wê li ser radestkirina balafirên bêmirov ên êrîşkar ji artêşê re berdewam bin û hilberîna wan bileztir bikin.

 
Parve bike: