TR KU SO
FB X
Cîhan

Reîsî ji Îsraîlê re: Ew ê hêza Îranê bibîne!

Admin L
Nivîskar
📅 17 nîsan 2024 12:30

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî got, ewê bersiva her kiryareke Îsraîl û piştgirên wê yên li dijî Îranê bi awayekî ji berê mezintir û berfirehtir bidin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Reîsî li paytext Tehranê pêşwazî li Alîkarê Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Şîeyên Lubnanê Şêx Elî Xetîb kir û li ser aloziya navbera Îran û Îsraîlê axivî.

Reîsî êrîşa 13ê Nîsanê ya welatê xwe bo ser Îsraîlê tenê wek tedbîreke cezakirinê ya li hember xirabiyên Rejîma Siyonîst bi nav kir û wiha dewam kir:

"Eger xeletiyek were kirin, siyonîst û piştgirên wan wê wateya bersiva rast û berfireh a Îranê fêm bikin."

Parve bike: