TR KU SO
FB X
Cîhan

Reîsî: Pêçandina jinan, ferzeke qanûnî ye

Ruken güler
Nivîskar
📅 03 nîsan 2023 19:30

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Îranê, Serokomarê Îranê di merasima vekirina pêşangeha Qurana Kerîm a ku li Tehranê hat lidarxistin de rexneyên li ser ferzkirina çarşefê ya li welêt nirxandin.

Reîsî diyar kir ku hicab li welêt erkeke qanûnî ye û wiha  got: “Îro, mijara pêçandinê, mijareke olî û yasayî ye û divê hemû pêkhateyên civaka me, wekî berê îro jî li ser mijara pêçandinê tevbigerin."

Îbrahîm Reîsî destnîşan kir ku ji bo kesên ku li ser pêçandinê cuda difikirin, divê navendên zanistî û olî bikevin dewrê û "bi muzakere û îqnakirinê meseleyê ronî bikin."

Beriya niha jî Mahsa Emînî ya 22 salî ku li Îranê bi hinceta “Serê xwe baş nepêçaye” hatibû binçavkirin, piştî tundiya ku dîtibû, jiyana xwe ji dest dabû. Piştî wefata Mahsa Emînî, xwepêşandan li paytext Tehranê û li gelek bajarên welêt dewam dikin.

Parve bike: