TR KU SO
FB X
Cîhan

Rejîm êrîs bir ser sîvîlan:13 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 20 berfanbar 2019 05:34

PeyamaKurd- Hêzên rejîma Sûriyê û yên Rûsyayê li gelek deveran êrîşan birin ser sîvîlan û di encamê de 13 kes mirin. Balafirên rejîmê êrîş birin ser navçeya Maaretinûmanê, navçeya Cercenasê gundên  Deyr Sunbul, Frikye, Serce, Bzabor, Bînîn, Hantûtîn, Naciyye, Kînîdde, Gadafe,Tel Mennis, Ebû Mekkî, Tuh û Rebîayê.

Li gor çavdêriya rasatxaneya muxalifan balafirên Rûsyayê jî êrîşê birin ser gundên Maarşûrin, Xan Es Subul, Deyr Xarbî, Semke û Merdih a bi ser navçeya Serakibê.

Li gor ragihandina Parastina Sîvîl ya Idlibê li Maaretinûman 6, li gundê Merdihê 4, Deyr Sunbulê 2 û Xanan Es Subulê jî 1 kes bi temamî 13 kes mirine. Herî kêm 40 sîvîl jî birîndarin. Tîmên rizgarkirinê li herêmê xebatên xwe yên rakirina enkazan dewam dikin û dibe jimara kuştî an birîndaran zêdetir bibin. Bobardimana deverê dewam dikin.

Xelkê sîvîl yên ku ji bombardiaman direvin ber bi sînorê Tirkiyê de diçin.

Parve bike: