Cîhan
Rejîm û muxalefet agirbesê ragihandin
PeyamaKurd- Li Sûriyê rejim û hevkarên rejîmê, bo agirbesê bi muxalefetê re agirbesê kirin. Ragihandin ji aliyê ajansa Reutersê de hat kirin.
Muxalifên Sûriyê bi Rûsya re ku li başûrê Sûriyê ne, peyman girêdan. Li gor peymanê; wê hêzên rejîmê û piştgirên wan, dê hêzên xwe ji rojhilatê Derayê vekişînin û ew der wê ji aliyê hêzên herêmê de, bi rêvebiriya Rûsyayê bimeşe.
Berdevkê muxalifên Sûriyê Îbrahîm Cebawî got ku peyman her dû aliyan jî girêdide. Cebawî di dewama peyama xwe de got ku li gor peymanê wê sîlih pêngav û pêngav bên teslîmkirin û polîsên Rûsyayê, wê li ser sînorê Urdunê bê bicîhkirin. Peymana navbera her dû aliyan bi van şertan hatiye girêdan.