Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da girtiyê Kurd
PeyamaKurd - Şaxa 15an a Dadgeha Şoreşê ya Taranê bi serokatiya Dadwer Selewatî cezayê bidarvekirinê da welatiyekî Kurd ê 38 salî bi navê Arman Meerîfetî.
Meerîfetî ku xelkê bajarê Seqizê ye û li Taranê niştecih bû, di çarçoveya xwepêşandanên seranserî yên Îranê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû desteserkirin û niha di Girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê de ye.
Dadgehê bi hincetên wekî "têkdana asayîşa nîştimanî" û "beşdarbûna şewitandina navendên olî" ev ceza li ser wî sepandiye, di demê de ku du hevalên wî yên heman dosyeyê (Mêhrdad Mihemedîniya û Eşkan Malikî) di 1ê Hezîrana 2026an de hatibûn darvekirin.
Li gorî amarên HRANAyê, ji destpêka xwepêşandanên 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an vir ve zêdetirî 53 hezar û 552 xwepêşander li bajarên cuda yên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatine desteserkirin.
Desthilata Dadweriyê ya Îranê berê ragihandibû ku ji bo beşek ji van girtiyan cezayê bidarvekirinê hatiye birîn û ew dê bi lez cezayan bicî bikin.