Rejîma Îranê ji bo sîxurî bikin gefê li xwendekar û melayên medreseyan xwar
Peyama Kurd - Serokê Navenda Ragihandin û Sixurîyê ya Hêza Dadwerî ya rejîma Îranê Elî Ebdullahî gefê li xwendekar û kesayetên bi bandor ên olî û civakî ku rexne li sîyaset û pratîkên rejîma Îranê dikin xwar û got:"Desthilatî girîngtirîn bingeh û amûra ku dijmin li Îranê li ser têkçûna wê dixebite. Hin kes hene ku di warê ol, bazirganî, çand, siyaset û aborî de statûya xwe ya civakî xirab bi kar tînin û hin ji van kesan xwendekarên îlahiyatê û kesên bi bandor in. Lê xuyaye ku di nav civakê de baş nayên naskirin.”
Serokê Navenda Ragihandin û Sixurîyê ya Hêza Dadwerî ya rejîma Îranê Elî Ebdullahî di axaftina xwe ya li pêşberî endamên komîteyên îdarî yên Encûmenên Parêzgehan û serokên komîteyên lijneyên xwendekaran ên medreseyê got: “Ji bo di asta civakî de bi her awayî îtîbar û namûsa medrese û dibistanan û meleyan xera bikin plana dijminên Îranê heye."
Elî Ebdullahî hişyarî da ku divê rayedarên pêwendîdar li hember xwendekar û melayên ku siyasetên ewlehî û sîxurî yên rejîmê rexne dikin, tedbîrên xwe bigirin û got: “Divê em ji bo naskirina destên ku hewl didin di medreseyan de di nav xwendekaran de cudakariyê çêkin û sîsteme asteng bikin bixebitin."
Di civîna ku li bajarê Qumê hat lidarxistin de Elî Ebdullah wiha got: “Tevlîbûna melayan di nav karên ne girîng de, dibe sedema lawazbûna pêgeha wan a nav civakê. Bêguman yek ji planên ku dijmin li serê dixebite, lawazkirina baweriya mirovan e. Desthilatî girîngtirîn bingeh û amûra ku dijmin li Îranê li ser têkçûna wê dixebite. Hin kes hene ku di warê ol, bazirganî, çand, siyaset û aborî de statûya xwe ya civakî xirab bi kar tînin û hin ji van kesan xwendekarên îlahiyatê û kesên bi bandor in. Lê xuyaye ku di nav civakê de baş nayên naskirin.”
Ebdullahî di civînê de navên mela û xwendekarên medreseyê yên ku wan weke sîxur bi nav kirin negot, lê tekez kir ku "dijmin bi ketina nav tevgerên curbicur bi taybet melayan hewl dide cudabûn û dubendiyê di navbera endamên civakê de çêbike."
Naveroka daxuyaniyên Elî Ebdullah nîşanê me dide ku ji niha û pê ve çaremîn dezgeha sîxurî û ewlekarî ya rejîma Îranê, wê berê tîrên xwe bide ser mela û xwendekarên medreseyan ên ku rexne li siyasetên rejîmê dikin.
Serokê Navenda Ragihandin û Îstixbarata Hêza Dadwerî ya rejîma Îranê, di civîna Qumê ku bêtir xwendekarên medreseyan tê de amade bûn de, balê kişand ser pêwîstiya zêdekirina tedbîrên sîxurî û ewlehiyê yên li ser xwendekaran.
Ebdullahî diyar kir ku li gor daneyên destpêkê yên dema damezrandina Komara Îslamî ya Îranê, hejmara medrese û xwendekarên şîe du qat zêde bûne û wiha got: “Weke tê zanîn di çil salên borî de bi hezaran mela û xwendekarên medreseyan yên ku xwendinên xwe yên Wezareta Perwerdehîyê temam kirin, di dezgehên dadwerîyê de kar dikirin. Lê hîna jî hejmara xwendekarên medreseyan û melayên ku ji alî Wezareta Perwerdehiyê ve têne xebitandin kêm in. Divê xwendekarên Medreseyan di çarçoveya piştgirîkirina hikûmetê de vê rewşê cidî bigirin."