Cîhan
Reuters: Îsraîl û Hizbullahê agirbest ragihandin
PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan a navdewletî Reutersê, li ser zarê berpirsekî Amerîkayî eşkere kir ku Îsraîl û Hizbullahê li ser agirbesteke nû li Lubnanê li hev kiriye.
Hate diyarkirin ku ev hewldana dîplomatîk piştî şer û pevçûnên giran pêk hatiye ku metirsî li ser peymana demkî ya navbera DYA û Îranê çêkiribû û şansê aştî û guman xistibû ser aramiya herêmî.
Di nûçeya Reutersê de hat gotin ku piştî şer û topbaranên dijwar ên ku îro rû dabûn, her du aliyan şer rawestandiye.
Çavkaniyê got: "Em wiha têdigihîjin ku piştî pevçûnên dijwar ên îro, Îsraîl û Hizbullahê agirbest ragihandiye. Tîmên danûstandkar ên Amerîka û Qeterê, bi piştgirî û alîkariya Îranê gihîştine vê lihevkirinê."