Cîhan
Reuters: Talîbanê destûra derketina 200 sîvîlên Amerîkî da
PeyamaKurd – Talîbanê ji bo 200 sîvîl Amerîkî û hin welatîyên dewletên din ji Afganistanê bi firînên taybet derkevin, destûr da.
Reutersê ji zarê karbidestekî Amerîkî yê ku nexwestiye navê wî eşkere bibe ragihand, Nûnerê Taybet yê Amerîka Zalmay Xelîlzad seba Talîban ji bo firînan destûrê bide, zext li wê rêxistinê kir.
Çaverê bû ku ew derketinên ji Afganistanê roja Pêncşemê destpê bikirana.
Karbidestê Amerîkî destnîşan kir, berê ji bo wan Amerîkiyan destûr nehatiye dayîn û dîyar nekir ku ka ew welatîyên li Mezari Şerîf in yan ne.