TR KU SO
FB X
Cîhan

Reutersê eşkere kir: Şam û Hîzbûllah li Tirkiyeyê civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 01 cotmeh 2026 16:09

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya ku li ser zanyariyên şeş çavkaniyên Reutersê hatiye piştrastkirin, di meha Îlonê de li Tirkiyeyê di navbera nûnerên hikûmeta Sûriyeyê û Hîzbûllaha Libnanê de civînên veşartî hatine pêkanîn.

Ev hevdîtin bi vexwendin û pêşengiya saziyên ewlehî û îstixbaratê yên Tirk hatine lidarxistin da ku rageşiya di navbera her du aliyan de kêm bibe û aramiya herêmî pêk were.

Di civînan de pirsgirêkên ewlehiyê yên dualî hatine gotûbêjkirin û rayedarên Sûriyeyê daxwaz kirine ku Hîzbûllah di mijara rawestandina qaçaxçîtiya çekan û paqijkirina şaneyên li başûrê welat de alîkar be.

Parve bike: