TR KU SO
FB X
Cîhan

Rêveberê Îstîxbarata Brîtanî: Sêwirmendên Putin ditirsin stratejiya wî ya serneketî jê re bibêjin

Admin L
Nivîskar
📅 31 adar 2022 16:31

PeyamaKurd Rêveberê Îstîxbarata Brîtanî Jeremy Fleming di axaftinekê de diyar kir, şêwirmendên Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, derbarê stratejiya wî ya şer a "serneketî" li Ukraynayê, “ditirsin ku rastiyê jê re bibêjin.”

Fleming di axaftineka xwe ya li Zanîngeha Niştimanî ya Austuralya li Canberra de da zanîn: “Pûtîn di nirxandina êrîşa li ser Ukraynayê de şaşiyek pir mezin kir.”

Herwiha eşkere kir: “Me kêmbûna çekên leşkerên Rûsî û kêmbûna moralê wan dît, herwiha me dît ku çawa ew red dikin ku fermanan pêk bînin û alavên xwe têk didin û heta bi şaşî balafirên xwe jî dixin xwarê.”

Fleming destnîşan kir: “Heta ku şêwirmendên Putîn ditirsin ku rastiyê jê re bibêjin, divê tiştê ku diqewime û giraniya van hesabên xelet ji rejîma Rûsyayê re zelal be.”

Fleming di berdewamiyê de diyar kir, soza Moskowê ya vê hefteyê ya kêmkirina çalakiya xwe ya leşkerî li derdora Kîev û li bajarê Chernigov li bakurê Ukraynayê, nîşan dide ku ew neçar bûne lêvegereke bingehîn ji operasyona xwe ya leşkerî re bikin.

Parve bike: