TR KU SO
FB X
Cîhan

Rêveberî û navê partiyê diguhere: Mekanîzmayeke nû tê avakirin!

Admin H
Nivîskar
📅 01 cotmeh 2023 15:33

PeyamaKurd – Beriya kongreya 15ê Cotmehê ya Partiya Çepên Kesk, Berdevka berê ya HDPê Ebru Gunay li navenda HDPê daxuyanî da û got, ew li ser navê komîsyona amadekar a kongreya YSPê diaxive.

Gunay got ku piştî nîqaşên hatine kirin û biryarên konferanê wê bernameya partiyê bê guhertin, navê partiyê û rêveberiya partiyê jî bi giştî di kongreya 15ê Cotmehê de bê guhertin.

Herwiha Gunay diyar kir ku ew kongreyê ji bo wekî destpêk dinirxînin û wê bi kongreyê re jî mekanîzmayên ku beşdariya zêdetir a gel di siyasetê de pêk tînin, bên damezrandin.

Parve bike: