Cîhan
Rêveberiya Şamê: Em ji bo bihêzkirina nenavendîbûnê dixebitin
PeyamaKurd - Wezareta Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê ya Sûriyê ragihand ku ew yasayan nûjen dikin, ji bo bihêzkirina nenavendiya birêvebirîyê.
Wezaretê ragihand ku ew lêvgerekê dike ji bo nûjenkirina yasayên girêdayî karê rêveberiya xwecihî û jîngehê bi armanca bihêzkirina nenavendiya birêvebirîyê.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, armanca bihêzkirina nenavendiya birêvbirîyê başkirina xezmetguzariyan e û bersivdana pêdviyên qonaxa nû ya Sûriyê ye.
Hêjayî gotinê ye, bihêzkirina nenavendiya birêvebirîyê desthilatê dide parêzgehan ku karûbarên deverên xwe bi rê ve bibin, çi di warê xizmetguzarî de be û çi di warê jîngehê de be.