Rêveberiya Xweser: Ya darizînin yan bibin
PeyamaKurd – Rêveberiya Xwesera a Demokratîk a Sûriyê ragihand ku, ji bo darizandina terorîstên DAIŞê me bang li daraza navdewletî kir lê heta niha tu bersivek bo me nehatiye dayîn.
Piştî têkbirina rêxistina terorê DAIŞê, li Rojava û Sûriyê gelek DAIŞî tevî malbatên xwe li kampên Rêveberiya Xweser dîlgirtî ne.
Li gorî zanyariyên Rêveberiya Xweser, hejmara DAIŞî û malbatên wan ên li kapman ji 60 hezarî zêdetir e û ji 52 welatan 5 hezar DAIŞî li girtîgehan dîlgirtî ne.
‘YA DARIZÎNIN YAN JÎ WAN BIBIN’
Hevseroka Konseya Rêveber, Nezîrê Gewriye ji medya Kurdistanê re axivî û diyar kir ku heta niha di vî warî tu bersiveka wan nehatiye dayîn: “Ji bo darizandina DAIŞiyan heta niha tu bersivek bom e nehatiye dayîn. Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe niakre dadgehan deyne û endamên DAIŞê bidarizîne.”
Gewriye, “Divê dewletên mezin ji bo darizandina DAIŞiyên biyanî gavan biavêjin. Ya divê li vir dadgehekê ava bikin ya jî bi taybetî jin û zarokên DAIŞê bibin welatên xwe.”