Rêvebiriya Rojavayê bi Samê re hevdîtineke dî pêk anî!
PeyamaKurd- Meclîsa Demokratîk a Sûriyê (MDS) vê heftê bi rejîma Şamê re hevdîtineke nû pêk anî. Di hevdîtinê de Rejîma Şamê ji MDSê xwest ku ew jî tevlî hilbijartina di meha pêşiya me de bibin.
Hevserokê Konseya Demokratîk a Sûriyê ya şaxê Meclîsa Demokratîk a Sûriyê (MDS) Riad Darar di derbarê hevdîtinê de ji Reutersê re axivî û got ku em li ser mijarên rêvebiriyên herêmî û makezagonê sekinîn.
Darar wiha dewam kir: “Em gelekî dûr û dirêj axivîn, Rejîma Şamê dixwaze ku em jî tevlî hilbijartina meha pêşiya me bibin. Lê belê Meclîsa Demokratîk a Sûriyê dixwaze ku rêvebiriya Herêma Rojavayê winda neke. Ji ber vê yekê me jî hê bersivek nedaye.
Darar got ku erkdarên Şamê gelek mijar anîne ser masê. Lê belê me got ku ji bo van mijaran hê gelekî zû ye.
Meha bûrî jî di navbera Meclîsa Demokratîk a Sûriyê û Rejîma Şamê de hevdîtinek çêbûbû û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî beşdarî hevdîtinê bûbûn.