Rewşa Girtîgeha Evînê: Zext, Sînordarkirin û Krîza Mirovî
PeyamaKurd - Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên navxweyî û malbatên girtiyan hatine girtin, li Girtîgeha Evînê ya Tehranê şert û mercên jiyanê û mafên bingehîn ên girtiyan ber bi xirabiyeke dijwar ve diçin. Piştî rageşiyên leşkerî û êrîşên mûşekî yên dawî li Îranê, rayedarên girtîgehê tedbîrên ewlehiyê yên sînor derbas kirine û zexteke psîkolojîk a giran li ser girtiyan û malbatên wan tên kirin.
Rayedarên girtîgehê li beşa serdanê tedbîrên fizîkî tund kirine û deriyên hin deveran bi qeynaxê girtine. Girtî êdî nikarin malbatên xwe rûbirû bibînin û tenê di nava kabîneyên girtî de bi rêya telefonê dikarin biaxivin. Malbatên girtiyan vê rewşê wekî "îşkenceya psîkolojîk" pênase dikin. Tevî ku di dema êrîşên mûşekî de girtiyan alîkariya birîndaran kiribû û hewildana revînê nekiribûn jî, niha bi sînordarkirinên dijwartir re rûbirû ne.
Di rojên dawî de nûçeyên derbarê weşandina dîmenên "îtîrafê" zêde bûne. Tê îdiakirin ku girtî di bin zext û gefan de têne neçarkirin ku li ber kamerayan biaxivin. Her wiha, tê gotin ku hin kes tenê ji ber ku dîmenên mûşek an balafirên di asman de derbas dibin bi mobîlên xwe kişandine, hatine girtin û bi cezayên giran ên zîndanê re rûbirû mane, her çend ew dîmen parve nekiribin jî.