Rezai: Em ji bo şerekî demdirêj amade ne!
PeyamaKurd - Mohsen Rezai, şêwirmendê leşkerî yê rêberê olî yê Îranê, diyar kir ku welatê wî ji bo şerekî demdirêj û rûbirûbûneke giştî bi tevahî amade ye, û îdia kir ku berevajî Îranê, Amerîkî ji rewşeke şer a domdar ditirsin.
Di daxuyaniyeke tund de îro, Mohsen Rezai tekez kir ku Tehran di tu şert û mercan de dev ji mafên xwe yên li ser Tengava Hurmuz bernade û got, "Tengava Hurmuz dê xeta me ya sor bimîne heya ku em hemî mafên xwe bi dest nexin."
Wî herwiha pirsek ji aliyê Amerîkî kir û got, "Ger hêza deryayî ya Îranê wekî ku tê îdîakirin hilweşiyabe, çima keştîyên Amerîkî cesaret nakin ku ji Tengava Hurmuz derbas bibin?"
Bi balkişandina ser ezmûnên danûstandinên berê, Rezai destnîşan kir ku Tehran wê vê carê di derbarê her pêşnûmeyek peymanê de pir baldartir be, û balê sereke dê li ser mijarên aborî be.
Şêwirmendê Leşkerî Rezai got, "Berevajî danûstandinên berê ku dijberên me şert danîn, vê carê Îran aliyê ku pêşşertan datîne ye."