Cîhan
Rojava | Efserê Amerîkî twîta ‘Leskerên Tirk ên terorîst…’ parve kir
PeyamaKurd - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, Fermandarê Amerîkî Sean Ryan twîteke ku dibêje, “Leşkerên terorîst ên tirk sivîlên Rojava kirin armanc” parve kir.
Rojnamevanê Almanî Julian Röpcke tevî wêneyê hesabê twitterê parvekirinek kir û got ku Efserê Amerîkî Sean Ryan twîta, “Leşkerên terorîst ên tirk sivîlên Rojava kirin armanc” parve kir. Keçeke piçûk a diçû dibistanê kuştin” parve kiriye.
Ryan piştre daye xuyakirin ku wî tevahiya twîtê nexwendiye û mebesta wî hesabê twitterê jî ragihandina çalakiyên dijî DAIŞê yên li Iraq û Sûriyê ne.