TR KU SO
FB X
Cîhan

Rojek ji 24 saetan kêmtir bû

Admin L
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2021 18:30

PeyamaKurd – Zanyar diyar dikin, gerrîna Dinyê ya li dora xwe, ji 24 saetan kêmtir bû.

Li gor zanyar didin zanîn, di 50 salên dawî de zîvirîna Dinyê ya li dora xwe, ji salên beriya niha gelekî bi leztir bûye û ji ber wê rojek ji 24 saetan kêmtir bi dawî dibe.

Di pêşerojê de carcaran, zîvirîna Dinyê ya li dora xwe ji 24 saetan zêdetir dom dikir û ji ber vê jî heta salên 1970yî jî, li 24 saetên rojekê, 27 saniyên din jî hatibûn zêdekirin.

Li gor nûçeya Webteknoyê, zanyar dibêjin ev rewş hatiye guhertin û Dinya di nîv sedsalên dawî de ji her demê bi leztir dizîvire. Ji ber vê jî gerrîna xwe ya rojekê ji 24 saetan kêmtir diqedîne.

Herwiha pispor didin zanîn, ev rewş bi awayekî atomîk e û mirov nikarin vê cûdahiyê fêm bikin.

Parve bike: