TR KU SO
FB X
Cîhan

Rojeva lûtkeya Trump-Xi hat guhertin

Admin L
Nivîskar
📅 12 gulan 2026 12:37

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump wê vê hefteyê biçe Çînê da ku bi Xi Jinping re bicive. Serdan ji aliyê hikûmeta Pekînê ve hatiye piştrastkirin.

Lûtkeya ku tê payîn di navbera 13-15ê Gulanê de pêk were, wê serdana yekem a serokekî Amerîkayê bo Çînê di nav nêzîkî deh salan de be. Ev yek wê di demek krîtîk de ji bo têkiliyên di navbera du aboriyên herî mezin ên cîhanê de pêk were. Pêşanîyên Çînê di lûtkeyê de li gorî sala borî guherîne.

Rojeva sereke ya lûtkeya Pekînê ya ku demek dirêj li bendê bû di navbera Trump û Xi Jinping de di destpêkê de şerê bazirganiyê bû. Lêbelê, krîza nû ku bi êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê dest pê kir, pêşînîyên civînê guhert. Niha, yek ji mijarên herî krîtîk ji bo Pekînê vekirina Tengava Hurmuzê ye, ku ji bo herikîna enerjiya cîhanî girîng e.

Lûtke ji ber pevçûna Îranê hate paşxistin

Di 20ê Sibatê de, rayedarekî Qesra Spî piştrast kir ku Donald Trump wê meha bê biçe Pekînê da ku bi Xi Jinping re bicive. Mijara sereke ya civînê şerê bazirganî yê Amerîka-Çînê bû.

Lêbelê, hefteyek şûnda, Trump û Îsraîlê êrîşên hevbeş li dijî Îranê erê kirin û ev yek bû sedema şerekî nû li Rojhilata Navîn. Bandorên krîzê li Pekînê bûn sedema fikaran û civîna serokan hate paşxistin.

Niha, tê payîn ku Trump û Xi di navbera 13-15ê Gulanê de li Pekînê bicivin. Lêbelê, pêşîniyên Çînê guherîne.

Parve bike: