Rojhilatê Kurdistanê di bin agir de: Kirmaşan, Hemedan û Loristan bi dijwarî hatin bombebarankirin
PeyamaKurd - Di hefteya çaremîn a şerê navbera Îran û eniya Amerîka-Îsraîlê de, îro piştî nîvro sê parêzgehên stratejîk ên Rojhilatê Kurdistanê rastî pêleke giran a êrîşên asmanî yên hevdem hatin. Hat ragihandin ku di van operasyonan de binesaziya leşkerî û lojîstîkî ya rejîma Îranê bi giranî hatiye hedefgirtin.
Li Kirmanşanê 7 teqînên li pey hev
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, îro (26ê Adara 2026an) derdora saet 12:00an de, herî kêm heft teqînên pir tund navenda bajarê Kirmaşanê û navendên stratejîk ên leşkerî hejandin. Hêza teqînan bi qasî ku lerizîna wan li parêzgehên cîran jî hat hîskirin û di nav welatiyan de bû sedema tirs û panîkeke mezin.
Loristan û Hemedan di xeta agir de ye
Hevdem li gel Kirmaşanê, bajarê Hemedanê jî bi teqîneke pir tund hejiya. Lê belê, hat ragihandin ku bombebarana herî dijwar a rojê li parêzgeha Loristanê pêk hatiye. Balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê li vê parêzgehê rasterast baregehên leşkerî û depoyên çekan ên Îranê hedef girtin.
Dîmenên wêrankirinê li ser medyaya civakî ne
Di cih de piştî êrîşan, dîmen û vîdeoyên bombebarana li Loristan û Kirmaşanê li ser torên civakî hatin parvekirin. Di dîmenan de tê dîtin ku dûmaneke reş û gurr ji cihên hatine lêdan radibe û gelek avahiyên li derdorê ji ber şideta teqînan zirar dîtine.
Armanca operasyonê: Felckirina binesaziya leşkerî
Pisporên leşkerî destnîşan dikin ku hedefgirtina van sê parêzgehan ne tesadif e. Kirmaşan, Hemedan û Loristan wekî navendên herî giring ên lojîstîk û parastinê yên Îranê li rojavayê welat têne dîtin. Amerîka û Îsraîl bi van êrîşan hewl didin hemû şiyanên sewqiyatê û binesaziya leşkerî ya Tehranê ya li ser sînorê Iraqê bi temamî felc bikin.
Heta niha ji aliyê rayedarên Tehranê ve derbarê hejmara mirî û birîndarên van êrîşan de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.