Cîhan
Rojnamevana jin hat kustin
PeyamaKurd- Li welatê Bûlgaristanê rojnamevana jin ya bi navê Victoria Marinova ku lêkolîna di derbarê ruşwet, bertîl an ku gendeliyê de lêkolînan dikir hat kuştin.
Marinova bi taybetî li ser gendeliya ku di fonên Awrûpayê çêdibin dixebitî. Polîsê Bûlgaristanê ragihand ku Marinova roja şemiyê li bajarê Ruse, piştî êrîşeka cinsî hatiye fetisandin û kuştin.
Rojnamevana jin di TVN de nûçegihanî û pêşkêşvaniyê dikir û ev demeke ku li ser gendeliya di fonên Awrûpa de dixebitî.
Polîs, li ser kuştina Marinova radiweste bê têkiliya cînayetê bi karê wê re heye an na. Di mijara ku heya niha hatibe tehdîdkirin de, ti agahî di deste polîs te tine ye.