TR KU SO
FB X
Cîhan

Romanyayê, bang li NATOyê kir: Divê bê xurtkirin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 03 nîsan 2023 20:00

PeyamaKurd- Serokomarê Romanyayê Klaus Iohannis, di civîneke çapemeniyê de axivî û bang li rayedarên NATOyê kir ku hebûna xwe ya li Behra Reş xurt bikin.

Serokomarê Romanyayê Klaus Iohannis û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz civiyan û di dawiya civînê de civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist. Klaus Iohannis, di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî û got ku ji bo xurtkirina ewlehiya herêma Euro-Atlantîkê, divê hebûna NATOyê ya li Deryaya Reş bê xurtkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Niha Deryaya Reş, ji her demê bêhtir ji hêla stratejîk ve girîngtir e. Ji ber vê yekê em dibêjin ku hebûna NATOyê li Deryaya Reş divê were xurt kirin ku hewce dike ku mijara Deryaya Reş di hemû pêvajoyên têkildar de were bicihkirin."

Iohannis da zanîn ku NATO hêvî dike ku hevkariya bi Almanyayê re ji bo xurtkirina şiyanên xwe yên pêşîgirtin û parastinê li herêmê baştir bike.

Parve bike: