RSFê rapora xwe eskere kir: Li kîjan welatan çapemenî ne azad e?
PeyamaKurd - Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) Tirkiye di azadiyê de di rêza 157emîn de cih digire.
Li gorî raportê Tirkiye di rêza 157 de, Îran di rêza 170 de, Iraq di rêza 156 de û Sûriye jî di rêza 174 de ye.
Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) a navenda wê li Parîsê ye Endeksa 2019an a Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê eşkere kir. Di vê lîsteya endeksa çapemeniya azadiyê de 180 welat cih digirin. Tirkiye di nava van welatan de di rêza 157emîn de ye. Tirkiye sala par jî di rêza 157emîn a lîsteyê de cih giritbû.
3 welatên di rêzên 3yemîn ên lîsteyê de cih digirin jî neguherîne. Sê welatên herî baş ên ji bo çapemeniya azadiyê di lîsteyê de cih digirin Norweç, Fînlandiya û Swêd in.
Koreya Bakur ku li gorî salên 2017-2018an di dawiya lîsteyê de cih digirt astek bilind bû û ket rêza 179emîn. Di rêza dawî de Turkmenîstan digire. Bi kuştina rojnameger Cemal Kaşikçi re jî Erebîstana Siudî sê ast daket û ket rêza 172yemîn.
Di rapora RSFê de rexneyên tund li paşdemayîna demokrasî û serdestiya hiqûqa Tirkiyeyê hatin kirin û wiha hat gotin:
“Nêçîra hikumeta Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a li dijî medyayê piştî darbeya leşkerî ya 2016an ku têk çû derket lûtkeyê.”
Di raporê de hat gotin bi dehan sazî û dezgehên medyayê hikumeta Tirkiyeyê xistiye bin kontrola xwe û gelek sazî jî ji holê hatin rakirin.
Di raporê de bi taybet li ser Tirkiyê hatiye diyarkirin ku gelek rojnamevanan diavêjin girtîgehan û norma nû ya li Tirkiyeyê jî girtîgeh in.