TR KU SO
FB X
Cîhan

RT: Hakan Fîdan doh bi awayekî nepen serdana Iraqê kir

Admin H
Nivîskar
📅 12 hezîran 2020 17:26

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan bi awayekî nehênî serdana Iraqê kiriye û bi aliyên pêwendîdar re hevdîtin pêk anîne.

Li gorî çavkanîyeke sîyasî ya Iraqê ku ji RT erebî ya Rûsî re eşekere kiriye, dop 11ê Hezîranê Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan serdaneke nehênî bo Iraqê kiriye.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Fîdan di serdana xwe de bi hejmarek berpirsên sîyasî û hikumeta Iraqê re civîya ye.

Çavkaniyê bêyî ku zêdetir agahî derbarê naveroka civînan û armanca serdana Fîdan de nedaye ku Hikûmeta Iraqê jî li ser wê serdanê û hevdîtinan ti zanyarî belav kirine.

Parve bike: