Rubio: Ji bo Washingtonê gefeke nêzîk a êrîşê tune ye
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Marco Rubio di civîneke çapemeniyê de li Manîlaya paytexta Fîlîpînê, di derbarê îdiayên nû yên îstixbaratê yên ku dibêjin Îran amadekariya êrîşeke bi "bombeya dirêj" li Washingtonê dike, axivî û got: "Nêrîna min ew e ku gefeke nêzîk li ser Washingtonê tune ye.
Em ji sîstemên xwe yên tespîtkirinê bawer in."
Her wiha Rubio bal kişand ser qutbûn û arîşeyên teknîkî yên dawî yên di navbera Microsoft, Îdareya Hewavaniyê ya Federal (FAA) û sîstema bankan de ku li welêt rû dabûn.
Rubio tekez kir ku ti agahî, belge an nîşaneyek di destê wan de tune ye ku bide nîşandan ev bûyer bi hev re girêdayî ne an jî encama êrîşeke sîberî ya lîstikvanên nebaş û dewletên biyanî ne.
Wî diyar kir ku her arîşeyek ji ber sedemên cuda yên teknîkî rû daye û saziyên pêwendîdar mijarê bi baldarî dişopînin.