TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûhanî: Amerîka nikare bi gelê Îranê çogê bide tewandin

📅 22 gulan 2018 03:00

PeyamaKurd - Serokkomarê  Îranê Hesen Rûhanî ragihand, ku tu hêz nikare bi gelê Îranê çogê bide tewandin û gelê Îranê li hember hemû rejimên sitemkar xwe li ser piya digire.

Hesen Rûhanî, bi malbatên xebatkarên hikûmetê re hevdîtinek pêkanî û ragihand ku meha pîroz a Remezanê, meha bexşîn û dilovanî û feyîzê ye û yek ji ber bandorên girîng ên vê mehê ye ku hesta hezkirinê, dilsozî û yekîtiyê di nav mirovan de çêdike.

Serokkomar Rûhanî di vê civînê de axiftinek kir û ragihand ku  Zordestiya gerdûnî û  rejîma siyonîst û hevalbendên wê dixebitin ku darbeyekê li Komara îslamî ya Îranê bidin, lê gelê Îranê li hember hemû zextan bi qeweta heyî disekine.

Rûhanî bal kişand ser ku Îran di gorrepana polîtik ya cîhanî de li hember qonaxeke taybet rû bi rû ye. Ne mimkun e ku Amerîka û hevpeymanên wê bikaribin çogê li gelê Îranê bidin tewandin, lewra em ê li hember wan ripîrast bisekinin û li ser rêya xwe dewam bikin.

Parve bike: