Rûhanî: “Belavbûna tirsê komploya dijmin e”
PeyamaKurd- Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî di mijara coronavîrusê de ragihand ku belavbûna tirsê komploya dijmin e. Rûhanî piştî Civîna Navenda Berlêgirtina Koronavîrusê ya li Tehranê behsa tedbîrên bo berlêgirtina vîrusê kir. Rûhanî di civînê de bo wezîrê tenduristiyê Saîd Nemekî gotiye ku xweparastina xebatkarên tenduristiyê berya her tiştiye. Hem Rûhanî dibêje ku vîrusê xistine binê kontrolê.
Rûhanî got ku di rojên ewilî de gelek kes seredana nexweşxaneyan kirin lê ew rêje niha daketiye û gelek kes hatine tedawîkirin. Rûhanî weha dewam kir:
“Divê hemû dezge û sazî haya xwe bikin. Belavkirina tirsê di nava welat de û tatîlkirina welat, planeka dijimine û komplo ye. Mehekî berê zekem jî welatê me tehdîd dikir lê di wexteka kurt de hat kontrolkirin. Ez bawerim wê ev jî di demekî kurt de bikeve bin kontrolê. Bila xelk endîşe neke û hevkariya hev bikin. Eger pêdivî hebe artêşa me jî amade ye.”
Wê hilberînerên alavên paqijiyê, maske û tiştên weka wan, fabrîkeyên wan 24 siet vekirîbin û kesên ku ji veya maf bidestbixin û wan stok bikin, wê cezayê xwe bibînin.