TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûhanî: Biryara Amerîkayê tenê propaganda ye

Admin H
Nivîskar
📅 10 nîsan 2019 20:51

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser biryara Amerîkayê ya ku Pasdarên Îranê xistiye nav lîsteya terorê got ku dê Amerîka nexwaze gaveke pêşdetir bavêje.

Rûhanî da xuyakirin ku Amerîka ev 40 sal in bi hemû hêza xwe ve li dijî Îranê û Artêşa Pasdaran radiweste û got, “Xistina lîsta terorê ya Pasdarên Şoreşa Îranê tenê sloganeke siyasî û propaganda ye. Bi vê pêngavê re dixwazin fişara aborî û derûnî li ser Îranê pêk bînin.”

Parve bike: