TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûhanî: Di çûna Trump de rola gelê Îranê zêde bû, dinya deyndarê me ye!

Admin H
Nivîskar
📅 10 sibat 2021 20:31

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî îdia kir ku di ketina ji deshilatê ya Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de roleke bi bandor a gelê Îranê hebû û dinya bi çûyîna Trump deyndarê wan e.

Rûhanî di vîdyo peyamekê gotiye, "Gelê Îranê heger li hember zorbeyê Koşka Spî ranewestiyabûya û bi berxwedana xwe ew têk nebiribûya, Trump wê bi hêsanî bi ser biketa.”

Hesen Rûhanî herwiha gotiye ku wan bi mayîna di peymana nukleerî de planên Amerîka û Îsraîlê têk dane û diyar kir: "Heger em ji peymana nukleerî vekişabûna, wê hemû dorpêç bihatina û komploya Amerîka û Îsraîlê bi ser biketa.”

Rûhanî di axaftina xwe de bang li gelê Îranê jî kiriye ku beşdarî hilbijartinên 18ê Hezîrana 2021ê yên serokomariyê bibin.

Parve bike: