TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûhanî: Dorpêç rabin, em dikarin bi Amerîka re rûnin

Admin H
Nivîskar
📅 04 berfanbar 2019 20:57

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li konferanseke li Îranê ragihand ku heger dorpêçên ser Îranê bên rakirin ew dikarin ji nû ve vegerin ser maseya gotûbêjan û bi Amerîkayê re rûnin.

Rûhanî got ku di nav 41 salan de rûbirûyî dorpêçên herî giran bûne û hewil didin wan dorpêçan kêm bikin.

Rûhanî herwiha da xuyakirin ku Amerîka pabendî sozên xwe yên peymana nukleerî nebûye û Îranê jî di wê çarçoveyê de sozên peymana nukleerî dane hilawistin.

Parve bike: