Rûhanî ji bo qeyrana aboriyê li Swîsre û Avusturyayê ye
PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî, beriya sefera Swîsreyê li balefirgeha Mêhrabada Tehranê bal kişand ser vê yekê ku Îran ji bo xurtkirina peywendiyan digel welatên Yekitiya Ewrûpayê Swîsreyê bihêvî ye û got: Bikaranîna zirûfên berfireh ên hevkariyê ji bo xurtkirina peywendiyan digel Bern û Viyenayê ji van armancên seferê ne.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku rewşa îro heya astekê bi berê re ferq kiriye û got: Ewrûpa îro bi dengekî bilintir li hember yekalîxwaziyê dijberî kir ku li meselên navçeyî û navneteweyî bi Îran û welatên bi bandor re hevkariyê bike.
Wî bal kişand ser vê yekê ku paketa pêşniyarîya Ewrûpiyan li bara rêkeftina navokî jî livê seferê were hilkolandin û destnîşan kir: Emerîkî berevajiya qayîde û qirarên navneteweyî û berpirsiyariyên çendalî ji rêkeftinên navokî derketine lê Rûsya, Çîn û sê welatên Ewrûpî û endamên Yekîtiya Ewrûpayê, hewl didin ku rêkeftina navokî bêyî Emerîkayê bimîne.
Rûhanî bal kişand ser rola Îranê li aramî û ewlehiya navçeya Rojhilata Navîn û got: Gotûbêja li bara meselên navçeyî ji wan qeyrana Sûriyê û Yemenê ji armancên din ê vê seferê ne.
Rûhanî herwiha bal kişand ser îmzekirina hin belgeyan navbera Îran û Swîsreyê li vê seferê û got: Li warê peywendiyên ticarî, pêşeyî, tenduristî û dermanê, teknolojiyên nû, hîndekarî û rêveberiya çavkaniyên avê, dê bi rayedarên pilebilind re gotûbêjê bike.
Hesen Rûhanî, li ser daweta Serokkomarê Swîsreyê Elên Berset berê xwe da vî welatî û biryar e ji wir here Avusturyayê ye.