Cîhan
Rûhanî Trump rexne kir
PeyamaKurd- Serokê Îranê Hesen Rûhanî, serokê Amerîkayê Donald Trump li ser helwesta wî ya li hemberê Îranê rexne kir. Bi armanca pîrozkirina roja karkeran li Tehranê, Hesen Rûhanî di civînê de bê ku navê Trump bide, serokê Amerîkayê bi zimaneke tund rexne kir. Rûhanî weha got:
“Kesekî ku li Amerîkayê li hemberê Îranê gotinên xerab dibêje, gotiye ku wê salvegera 40emîn ya komara îslamî çênebe. Em niha di sala 40emîn salvegera xwe de ne û em ê di 11 ê sibatê de, bi serkeftineka zêdetir 41 emîn salvegera xwe pîroz bikin.”