Cîhan
Rûs diçin ser sindoqan: Ji bo Pûtîn an temam an jî dewam
PeyamaKurd - Qonaxa dengdana pêşwext ya hilbijartinên serokomariya Rûsyayê dest pê kir. Hin komên pîşeyî dengên xwe li sindoqên ku li 37 herêman hatin vekirin, avêtin. Sê berendam wek hevrikên Serok Vladimir Putin derketin ser dikê. Namzed wê hewl bidin ku di tûra yekem de ji sedî 50yê dengan werbigirin.
Pêvajoya dengdana hilbijartinên pêşwext ên serokomariya Rûsyayê di navbera 15 û 17ê Adarê de dest pê dike. Lijneya Hilbijartinê ya Navendî ya Rûsyayê daxuyand ku li herêmên ku Rûsyayê li Ûkraynayê dagir kiriye jî tê de, li 37 herêman ji bo masîgir, parazvanên daristanan, karkerên madenê û kesên ku di karên zor de dixebitin sindoq hatine danîn.
Her wiha personelên leşkerî û sivîlên nêzkîî eniyên şer dijîn wê li ser sindoqên ku li herêma Zaporizhia hatine danîn biçin ser sindoqan.
Wê pêvajoya dengdanê ji 1ê Adarê pê ve li derveyî welat û li gumrikê dest pê bike. Hate hînbûn ku zêdetirî 3 milyon kesî ji bo beşdarî dengdana pêşwext bibin serlêdan kirine û wê hilbijêrên normal jî di navbera 16 û 17ê Adarê de dikaribin bi rêya înternetê dengê xwe bidin.
Pêvajoya dengdana pêşwext wê ji bo kesên li herêmên wekî Kamçatka û Sîbîryayê ku çûnûhatina wan zor e, dijîn, di 14ê Adarê de biqede. Piştî ku sindoq hatin mohrkirin wê di roja jimartina dengan a 17ê Adarê de li sindoqên herêmê bên zêdekirin.
Ji bilî Serokomarê niha Vladîmîr Pûtîn ku wê bi awayekî serbixwe beşdarî hilbijartinên serokomariyê yên 8emîn bibe, Serokê Partiya Lîberal a Demokrat a Rûsyayê (LDPR) Leonid Slutskiy jî beşdar bibe. Her wiha ji Partiya Komunîst a Rûsyayê (KPRF) Nikolay Kharitonov û Cîgirê Serokê Partiya Gel a Nû (Novye Lyudi) Vladislav Davankov jî wê beşdar bibin.
Ger yek ji namzedan ji sedî 50yê dengan wernegire wê di 7ê Avrêlê de tûra duyemîn bê kirin. Hatiye plankirin ku namzedê di hilbijartinê de bi ser bikeve di 7ê Gulanê de sond bixwe.