TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya 10 dîplomatan derdixe derveyê Rûsyayê

Admin M
Nivîskar
📅 30 adar 2022 03:27

PeyamaKurd – Rûsya 4 dîplomatên Lîtvanyayê, 3 dîplomatên Estonyayê û 3 dîplomatên Letonyayê naxwaze û xwest ku terka Rûsyayê bikin. Ragihandin ji aliyê wezareta karên derve ya Rûsya de bi nivîskî hat kirin.

Wezaret ragihand ku serkonsulên her sê welatan dawet kiriye wezaretê û navên her 10 dîplomatan daye serkonsulên welatên wan d terka Rûsyayê bikin.

Di 18 ê adarê de wezîrên karên derve yên Litvanya, Letonya û Estonya ragihandibûn ku ew 10 dîplomatên Rûsyayê li welatên xwe naxawazin û wan ji welatên xwe derxistibûn. Rûsya îro bersiva her sê welatan bi heman şêweyê da wan welatan.

Parve bike: