TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya 24 dîplomatên Îtalyayê li welatê xwe naxwaze

Admin M
Nivîskar
📅 19 gulan 2022 02:24

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku ew 24 dîplomatên Îtalyayê li welatê xwe naxawaze. Li gor ragihandina wezaretê, wezaret bangî serkonsulê Îtalyayê yê Moskovayê Giorgio Starace kiriye û ji bo 30 dîplomatên Rûsyayê ku dersînor kirine,biryara wan protesto kirine. Di daxwuyaniya wezaretê de weha hat gotin:

“Li hemberê vê kiryara Îtalyayê, xebatkarên konsulxaneyên Îtalyayê yên li Federasyona Rûsyayê ji wan xebatkaran 24 kesan naxwazin û divê her 24 kes di nav 8 rojan de terka Rûsyayê bikin.”

Parve bike: