TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: “Amerîka di bazara sîlihan de qels e”

Admin M
Nivîskar
📅 07 adar 2019 03:59

PeyamaKurd- Serokê Daîra Kontrola Sîlihan yê wezareta karên derve yê Rûsyayê Vladimir Yermakov got ku sedema Amerîka bo kirîna sîstema S-400an ji Rûsyayê astendiyan bo Ankara derdixe, ev tê vateya ku Amerîka di bazara sîlihan de qels e.

Yermakov peyama xwe da ajansa Rûsyayê ya bi navê RİA Novosti yê û got wê teslîmat li gor peymana navbera her dû dewletan bimeşe û teslimat di wextê de bibe. Peymana navbera her dû dewletan heya dawiya sala 2019an e û Yermakov weha dewam kir:

“Washington bo peyamanê xera bike, em dibînin ku zorê dide ser Ankara. Amerîka nikare sîlihên baş, bi perê xwe be jî bide bazara dinyayê.”

Parve bike: