TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya, Amerîkayê bi şerê fezayî tehdîd kir

Admin M
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2026 19:27

PeyamaKurd – Rûsya ji bo şerê fezayê Amerîkayê tehdîd kir û got hêzên Moskova dikare peykên Starlinkê yên aîdê Elon Musk bixîne.

Cîgirê serokê konseya ewlehiyê yê Kremlînê Dmitriy Medvedev got ku êrîşekî here ser tora Rûsyayê ya Rassvetê an ber li tora Rassveltê bigrin, wê bibe sedema şerekî germ yê fezayê.

Piştî Elon Musk rê neda ku Rûsya sîstema Starlinkê ji aliyê Rûsya de bê bikaranîn, Rûsya lezê da sîstema xwe ya bi navê Rasvetê. Rûsya di sala 2026an de ji bo sîstema xwe ava bike zêdetirê ji 30 peykan şand fezayê û di pêşde dê torekî ku ji sedan peykan pêk were, dê biafirîne.

Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy jî ragihandibû ku Rûsya û Çîn ji Starlinkê re raqib sîstemekî peykan çêdikin û şîrketên ku di projê de cîh digrin, bila Amerîka givaşê deyne ser wan.

Parve bike: