Cîhan
Rûsya bi fuzeyan êrîs kir: 6 kustî û 75 birîndar hene
PeyamaKurd – Rûsya bi fuzeyan li bajarê Kryvyi Rihê xist û di encamê de 6 kes mirin û 75 kes birîndar bûn. Di êrîşê de li apartmanekî 9 qat xistin.
Şaredarê Kryvyi Rihê Oleksandr Vilkul ragihandiye ku di nav kuştiyan de keçekî 10 salî û diya wê ya 45 salî hene. Parêzgerê Kryvyi Rih Serhiy Lysak jî ragihandiye ku ji bo rojekî şînê ragihandine,150 kes bi derfetên xwe apartmanê terk kirine û tîmên rizgarkirinê jî 30 kesan rizgar kirine.