TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: “Destê xwe nexin nav karên Belarûsê”

Admin M
Nivîskar
📅 26 tebax 2020 02:26

PeyamaKurd- Li payîtexta Rûsyayê cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Stephen Bigan û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser mijara Belarûsê hevdîtinekî kirin. Piştî hevdîtinê Lavrov pirsên rojnamevanan bersivand û got ku bi cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê re li ser mijara Belarûsê axifîne. Lavrov weha got:

“Em li ser mijara Belarûsê axifîn. Berya her tiştî banga me bo Amerîka, welatên Yekîtiya Awrûpayê, Polonya û Lîtwanyayê ew e ku guh nedin terefên ku nerazîbûna xwe diyar dikin û tevliheviya bi şiddetê dikin û bila haya xwe li wan bikin. Rûsya hişyariyê dide ku kes destê xwe nexe nav karên hundir yê Belarûsê. Amerîka û welatên Yekîtiya Awrûpayê niha li hinek payîtextan bang dikin da xwepêşandan li dijî hukumeta Belarûsê bên kirin.”

Parve bike: