Rûsya di navbera Derya Res û Hazarê de tetbîqatê dike
PeyamaKurd- Gengeşeya di navbera Azerbeycanê û Ermenistanê dewam dike lê li aliyê dinê Rûsya di navbera Derya Reş û Derya Hazarê de bi 150 hezar leşkerî bo 5 reojan tetbîqatê dike. Azerbeycan bi xwe li ser Derya Hazarê ye.
Tetbîqat bi bi dehan sîlihên sîstemên hewayî, alavên hewayî û keştiyên şer li ser sînorê dewleta Ûkraynayê destpêkir û heya Derya Hazarê dê dewam bike. Tetbîqat bi fermana serokê Rûsyayê destpêkir. Di mijara tetbîqatê de wezîrê karên bergiriyê yê Rûsyayê weha got:
“Tetbîqat bo temîna ewlehiya rojavayê başûrê Rûsyayê ye ku talûka terorîzmê lê heye.”
Wezaret ragihand ku 35 baregehên leşkerî û 17 baregehên deryayê dê 56 tetbîqatên taktîkî çêbike. Li dora 27 hezar alavên leşkerî û ekîpmanên wan, 414 balafirên şer, 106 keştiyên şer bo kontrolên sûrprîzî dê amade bin.