TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya dixwaze hevdîtinên asta bilind bi Amerîka re bike

Admin H
Nivîskar
📅 19 mijdar 2022 00:40

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Ryabkov, ji medya rûsî re ragihand ku Moskow dixwaze hevdîtinên di asta bilind de bi rêveberiya Washingtonê re bike.

Ryabkov got, "Heke rêveberiya Washingtonê amade be, Rûsya ji hevdîtinên asta bilind ên stratejîk re ji bo îstiqrarê amade ye.”

Herwiha rayedarê rûsî daye xuyakirin ku ew hêvî dike ji bo girtiyê qaçaxçiyê çekan ê Rûsî Viktor Bout û girtiyê amerîkî yê stêrê basketbolê Brittney Griner pevguhertina girtiyan bê kirin.

Li aliyê din Kremlînê jî ragihandiye ku niha plana hevdîtineke navbera Pûtîn-Biden tune ye.

Parve bike: