Rûsya: Dixwazin baregeha Tanfê ji Tirkiyê re bihêlin
PeyamaKurd – Serokê Komîteya Parastinê di Dumaya Rûsyayê de Vladimîr Şamanov ji medya Rûsî re ragihand ku piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, tê xwestin ku baregeha leşkerî ya Tanfê ji Tirkiyê re bihêlin yan jî bixin jêr kontrola şirketeke taybet.
Rêveberiya Şamê jî ji medya Rûsî re ragihandiye ku ew dixwazin Amerîka bi temamî baregehê daxîne û leşkerên xwe li nav sînorên Sûriyê nehêle.
Li gor medya Rûsî çavkaniyek ji Partiya Beas a Sûriyê gotiye, "Em bi bîryar in ku hêzên biyanî û komên terorîst li welatê xwe nehêlin û dixwazin baregeha Tanfê jî bi timî bê girtin."
Şamanov jî diyar kiriye, Tirkiye dilxwaze ku kontrola baregeha Tanfê bixe destê xwe û li ser vê hevdîtinan bi Amerîkayê re dike, lê ew hîn ji encamên danûstandinan ne agahdar in.